Îro sê şandên Îraqî serdana Hewlêrê dikin

li gel Serok Barzanî dicivin û behsa ava kirina hikûmeta Îraqê dikin.
کوردستان TV
100%

Ev şand taybetin bi suneyan û li gel Serok Barzanî dicivin.

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê ragihand ku vê roja sêşemê sê şandin suneyan yên Îraqê serdana Hewlêrê bikin.

Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed ragihand ku ev her sê şandin han nunerên aliyên sune yên Îraqê ne, roja sêşemê serdana Hewlêrê dikin û li gel Serok Barzanî dicivin.

Mihemed herwiha diyar kir ku, armanca serdana şanda suneyan, giftûgo kirin derbarê prosesa nû ya Îraqê û avakirina hikûmeta nû ya Îraqê ye.

Nav hatî diyar kiriye ku yek ji wan şandan şanda hevpeymaniya teqedom bi Serokatiya Mihemed Helbûsiye ku xwedan 37 korsiyên parlementoyê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.