Serokê berê yê FARCê hate kuştin

rêkeftina aştiyê îmze kiribû û biryara agirbesta hertimî dabû.
کوردستان TV
100%

Êrîşî ser wî kirine û kuştine.

Li gor çapemeniya cîhanî Serokê berê yê tevgera şoreşger û azadîxwaz ya Kolombiyayê Hernan Dario Velasquez di encama êrîşeke çekdarî de yaku li Venezuelayê de pêk hatiye canê xwe ji dest daye.

Heta niha nayê zanîn kî, kê ew kuştiye.

FARC di encama rêkeftina aştiyê de dev ji têkoşîna çekdarî berda bû û li gel hikûmetê dest bi danûstandinan kiribû.

Meha derbasbûyî jî Amerîka FARC ji lîsteya terorê derxistibû.

Rêkeftina aştiyê û herwiha biryara dev berdan ji têkoşîna çekdarî ji aliyê Hernan Dario Velasquez bo cîhanê hatibû ragihandin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.