Terorîstên DIŞIê duhê bişev dîsa êrîş kirine.
Duhê bi şev li sînorê gundê Qeresalim ya li navçeya Şêxbizinî ya ser bi Kerkûkê ve, terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin.
Di encama êrîşê de şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de qewmiye û 4 pêşmerge şehîd bûne.
Her di heman pevçûnê de 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Wezareta pêşmerge jî diyar kiriye ku hêzên pêşmerge karîne êrîşa terorîstên DIŞIê yaku êrîşeke berfire bûye pûç bikin û piştî pevçûneke dijwar terorîstên DIŞIê ji deverê reviyane û niha rewşa deverê arame.
Weke tê zanîn di encama êrîşên du hefteyên dawî yên terorîstên DIŞIê bo ser hêzên pêşmerge 19 pêşmerge şehîd bûne. Herwiha bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê duhê jî wezareta pêşmerge û berevaniya Îraqê civiya bûn û biryar dabûn ku navendên hemahengiya hevbeş ya dijî DIŞIê werin çalakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin