Amerîka: Kemenetew li Tirkiyeyê di bin metirsiyê dene

daxwaz ji Amerîkayê tê kirin çavdêriyeke hûr bixe ser Tirkiyeyê.
کوردستان TV
100%

Dibêje rewşeke gelek aloz bo wan tê afirandin.

Wezareta derve ya Amerîkayê raporta xwe ya taybet bi rewşa kemenetewên olî û etnîkî li welatên cîhanê belav kir.

Di raporta han de rexneyên gelek dijwar li Tirkiyeyê hatine kirin û hatiye nivîsandin ku rewşa kemenetewên olî û etnîkî li Tirkiyeyê gelek metirsîdare, hikûmeta vê welatî bi zanebûn hewl bo afirandina rewşeke aloz û metirsîdar bo kemenetewan dide.

Her di heman raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku maf û azadiyên kemîneyan li Tirkiyeyê bi awayeke berçav û sîstematîk têne binpêkirin.

Di berdewamiya raporta han de daxwaz ji hikûmeta Amerîkayê hatiye kirin daku li ser vê mijarê hikûmeta Amerîkayê bi awayeke taybetî çavdêriya rewşa Tirkiye û rewşa kemenetewan li Tirkiyeyê bike.

Weke tê zanîn her sal ku Amerîka raporta han belav dike, hikûmeta Tirkiyeyê jî bersifa Amerîkayê dide û dibêje ev raporta han şaşe.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.