DIŞI êrîşî ser gundeke din kir

hêzên pêşmerge û şêniyên gundê êrîş pûç kirine.
کوردستان TV
100%

Hêzên pêşmerge û şêniyên gundê êrîş pûç kirin.

Duhê bi şev li devera Sergeran terorîstên DIŞIê dîsa êrîşî ser gundekê kirin lê hêzên pêşmerge û şêniyên deverê karîne bersifa terorîstan bidin û êrîşa wan têk bibin.

Di vê derbarê de jêderek ji hêzên pêşmerge yên li deverê diyar kir ku, duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundê Lêhban ya li devera Sergeran kirine û gundê han dorpêç kirine û pişt re jî êrîşî ser gund kirine lê şêniyên gundê bersifa wan dane û hêzên pêşmerge jî bi hawara wan ve çûne û êrîşa terorîstan pûç kirine.

Weke tê zanîn şeva pêncşema derbasbûyî li Qereçoxê jî terorîst êrîşî ser gundek kiribûn û di encam de 10 pêşmerge û 3 welatiyên medenî şehîd bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.