Amerîka: Me xwe bo piştî rêkeftinê amade kiriye

dibêje Îran bo xwe nexwest ku bigehêjin encamekê.
کوردستان TV
100%

Duhê Amerîka ragihandibû ku Îran rêya gehêştin bi rêkeftinê daxistiye.

Duhê civînên Viyenayê yên di nabvera Îran û welatên cîhanê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê bêyî ti encamek bi dawî hatin.

Her duhê Amerîka ragihandibû ku Îran rêya gehêştin bi rêkeftinê di civînan de daxistiye û ne  gengaze ku bikaribin bi danûstandinê derbarê bernameya etomî ya Îranê de bigehêjin ti encamekê û Îran hewlên xwe yên bo çê kirina çekên etomî zêdetir kiriye.

Îro jî yekşem Amerîka diyar kiriye ku ev amadekariyên xwe bo qonaxa piştî nemana rêkeftina etomî ya Îranê û rûbirû bûna hewlên Îranê bo çê kirina çekên etomî kirine.

Weke tê zanîn duhê gera 7an ya danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê bidawî hatibû û tê payîn ku di pêşerojê de geera 8an destpê bike.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.