Wezareta pêşmerge û berevaniya Îraqê dicivin

nîqaş li ser çawetiya dagirtina boşatiya heyî tê kirin.

Li Bexdayê dicivin.

Nunerê her du wezaretên pêşmerge û navxwe ya Kurdistanê di nava Fermandariya hevbeş de Ebdulxaliq Telet ragihand ku vê îro şandeke wezareta pêşmerge serdana Bexdayê bike û li gel wezareta berevanî ya Îraqê bicive.

Ebdulxaliq Telet diyar kir ku, di civînê de vê giftûgo li ser hevkarî û  hemahengiya hevbeş ya leşkerî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê tê kirin.

Nav hatî eşkere kir ku, vê her du alî bi kûrî behsa çawetiya nehêştina boşatiya ewlekarî ya li wan deveran bikin.

Weke tê zanîn jiber hebûna boşatiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê, terorîstên DIŞIê karîne xwe bihêztir bikin û êrîşên xwe yên terorîstî zêdetir bikin.

N: E. G