Welatên cîhanê sersaxî didin Kurdistanê

dibêjin lazime bihevre hewl bo rûbirû bûna terorîstan were dayîn.
کوردستان TV
100%

Dibêjin lazime hewl bo nehêştina terorê were dayîn.

Piştî êrîşa duhê bişev ya terorîstên DIŞIê ya bo ser hêzên pêşmerge li Qereçoxê û şehîd bûna 13 pêşmergeyan, welatên cîhanê jî bi daxuyaniyên cuda hevxemiya xwe bo Kurdistanê diyar dikin.

Piştî wezareta derve ya Amerîkayê, Franse, Behreyin û Netewên Yekgirtî jî bi weşandina daxuyaniyên cuda, êrîşa han bi tundî mehkûm kirin û sersaxî dan malbetên şehîdan.

Welatên han di daxuyaniyên xwe de diyar kirine ku êrîşên han ev yek îsbat dike ku hîn jî terorîstên DIŞIê gefeke rastînin bo ser ewlekariya deverê, lewre lazime hevkarî û hemahengiya hevbeş ya tevahiya aliyan bo rûbirû bûna DIŞIê berdewam be.

Beriya niha jî Amerîka, Qeter û Urdin jî di daxuyaniyên cuda ev êrîşa han mehkûm kiribûn û daxwaz kiribûn ku hewlên hevbeş yên bo rûbirû bûna terorê berdewam bin.

Weke tê zanîn di encama êrîşê duhê bi şev de 10 pêşmerge û 3 welatiyên medenî şehîd bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.