Serok Barzanî: Xwîna şehîdan beleş naçe

dibêje emê bersifên dijwar bidin êrîşan.

Di konferansa diyasporaya Kurdî de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî konferansa konfederasiyona diyasporaya Kurdî destpê kir.

Di konferansa han de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser rola diyasporaya Kurdî û ragihand ku lazime girîngî bi kar û çalakiyên diyasporaya Kurdî bi dûr ji îdeolojiya hizbî û bîrdoziya olî were dayîn.

Serok Barzanî diyar kir ku, lazime diyasporaya Kurdî rêz ji zagon û yasayên wan welatan bigirin ku têde dijîn, berdewam bin li ser xwendin û nasandina çand, doz û dîroka Kurdistanê bi wan welatan.

Serok Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de anî ziman ku diyasporaya Kurdî niha gelek baştir dikare bo nasandina zilim û stemên ku li gelê Kurdistanê hatine kirin bixebitin û lazime hewl bo vê yekê bidin ku zextan li rayedarên hikûmet, berpirs û parlementoyên wan welatan bikin bo dane nasîna genocide kirina gelê Kurdistanê.

Serok Barzanî diyar kir ku, hîn jî metisiyên mezin li ser gelê Kurdistanê hene, êrîşên terorîstên DIŞIê yên di rojên derbasbûyî li Mexmûr, Gerimiyan û Qereçoxê ev yek îsbat kiriye, ku hîn jî metisî li ser Kurdistanê hene, lê em ne şerxwazin, belku em li dijî şerin û dema şer ser me were spandin emê mafê xwe yên parastina reva bikar bînin û bersifên dijwar bidin.

Serok Barzanî anî ziman ku lazime gelê Kurdistanê pişt rast be ku xwîna şehîdên Kurdistanê beleş neçe û bersifên gelek tund bidin terorîstan.

Serok Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku lazime Kurd li her derê ku bin, çanda xwe biparêzin, jiber ku çanda Kurdistanê çanda bihevre jiyanê ye û lazime ev yek bo cîhanê jî were îsbatkirin.

N: E. G