Amerîka jêrxana Rojavayê bihêz dike

di warê bînasazî, cade û jêrxanê de projeyan cîhbicîh dike.

Ajansa geşe pêdana Amerîkayê dest bi cîhbicîh kirina projeyan kiriye.

Li gor daxuyaniyek ku ji aliyê ajansa geşe pêdana Amerîkayê USAID hatiye weşandin, vê li Rojavayê Kurdistanê bo bihêztir kirin û awedan kirina jêrxaneke bihêz, çend projeyên girîng werin cîhbicîhkirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku şandeke ajansê li Reqayê li gel rayedarên Rojavayê Kurdistanê civiyaye û di civînê de giftûgo li ser çawetiya awedan kirina jêrxanê, bînasazî û nûjen kirina rê û cadeyan kiriye.

USAID ku beriya niha tovên çandiniyê jî bo Cotiyarên Rojavayê şandibû, vê carê jî bo cîhbicîh kirina çend projeyan bi taybetî di warê bînasazî, nûjen kirina jêrxan, cade û rêyan de sermayegozarî kiriye.

Her bo vê mebestê jî şandeke leşkerî ya Amerîkayê jî li derdora Dêra Zorê çend civîn û hevdîtinên curbicur di vê derbarê de pêk aniye.

N: E. G