Amerîka: Em li hember êrîşên han gelek dilgiranin

di encama êrîşê de 10 pêşmerge û 3 welatiyên medenî şehîd bibûn.

Derbarê êrîşên terorîstên DIŞIê de daxuyanî daye.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Nide Price di konferanseke çapemenî de behsa êrîşa şeva derbasbûyî ya terorîstên DIŞIê bo ser hêzên pêşmerge kir.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Nid Price diyar kiriye ku Amerîka li hember zêdebûn û berdewam bûna êrîşên terorîstên DIŞIê li Îraqê bi giştî û bo ser hêzên pêşmerge bi taybetî, gelek dilgirane û jiber şehîd bûna hijmarek pêşmergeyan di êrîşa dawî ya terorîstên DIŞIê de sersaxî dide malbet û kesûkarên pêşmergeyên şehîd.

Nav hatî diyar kiriye ku, Amerîka pêbende bi hevkarî kirina hêzên Îraqî bi taybetî hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê.

Weke tê zanîn duhê bi şev terorîstên DIŞIê li gundeke Qereçoxê êrîşî ser xelk kiribûn, di encama êrîşê de 3 welatiyên medenî şehîd bibûn û dema hêzên pêşmerge jî bi hawara gund ve çûbûn, dîsa terorîstan bi rêya teqandina bombeyek vedayî êrîşî ser pêşmerge kiribûn û 10 pêşmerge jî şehîd bibûn.

N: E. G