Taliban navendeke leşkerî ya Îranê kontrol kiriye

beriya du rojan êrîş pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Fermandar û çend leşkerên Îranî jî girtiye.

Roja pêncşema derbasbûyî, li ser sînorê navbera Îran û Efxanistanê, şer û pevçûn di navbera artêşa Îran û çekdarên Talibanê de çi bibû.

Di encama êrîşa han de gelek leşkerên Îranî hatibûn kuştin û çepemeniya Îranê jî bi fermî li ser vê pevçûnê tiştek belav nekiribû.

Lê li gor dêmenên ku ji aliyê çapemeniya opozîsyona Îranê ve hatine belavkirin, rewş gelek aloze.

Di dêmenan de leşkereke Îranî bi haleke perîşan dipeyve û dibêje Taliban êrîşî ser me kir, me çek nebû em xwe biparêzin, taliban navenda me ya leşkerî kontrol kir, gelek leşker û Fermandarê me jî di nava navendê de ji aliyê talibanê ve hatine girtin.

Ev lînka wan dêmenaye ku leşkerê Îranî li şikesta leşkerên Îranî mokir tê ye.

https://youtu.be/kUOZ0Fb82TM

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.