Navendeke din ya Husiyan hat wêran kirin

daxwaz ji xelkê dike xwe ji navendên hudiyan dûr bixe.

Li Senayê ji aliyê hevpeymaniya Erebî ve hatiye wêrankirin.

Hevpeymaniya Erebî bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku li dijî husiyan piştîvanî ji hikûmeta Yemenê dike, ragihand ku duhê sêşem, navendeke veşartî ya husiyan wêran kiriye.

Li gor daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî, duhê bi şev balefirên hevpeymaniya Erebî êrîşî ser navenda taybet ya husiyan ku têde spaha pasdaran ya Îranê jî hebûna xwe domandiye, bordiman kirine û di encama bordimana han de ev navend bi temamî hatiye wêrankirin.

Hevpeymaniya Erebî herwiha daxwaz ji xelkê Yemenê kiriye daku xwe ji navendên husiyan dûr bixin jiber ku ev navendên han vê werin bordimankirin.

N: E. G