Naveroka civîna îro ya civata wezîran

behsa êrîşên terorîstên DIŞIê yên li dijî hêzên pêşmerge hate kirin.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî ev daxuyanî hate weşandin.

Îro çarşem 1ê Çiraya pêşê ya 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya heftane bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr kir.

Di destpêka civînê de bi navê civata wezîran me ser saxî da malbet û kesûkarên ev pêşmergeyên qehreman yên ku di çend rojên derbasbûyî de li devera Gerimiyanê di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de şehîd bibûn û me got li gel hêzên hikûmeta federalî û hêzên hevpeymanan di nava têkiliyên berdewam de dibin bo pêşî girtin û nehêştina ev metirsiyên ser hêzên pêşmerge û me daxwaz ji hikûmeta federalî jî kir bo pêşde birina hemahengiya leşkerî û ewlekarî di vê warî de daku rûbirûyê ev êrîşên terorîstî bibn ku bûne metisiyeke mezin li ser tevahiya aliyan.

Pişt re wezîrê karûbarê pêşmerge behsa serdana şanda wezaretê bo çeperên  hêzên pêşmerge li devera Gerimiyanê û deverên ku hêzên pêşmerge rûbirûyê terorîstên DIŞIê dibin û balkêşande ser vê yekê ku di nava wan deveran de boşatiya ewlekarî û leşkerî heye, û çand daxwaz û pêşniyar jî pêşkêş kir bo bihêztir kirina zêdetir ya çeperên  hêzên pêşmerge û dabîn kirina pêdiviyên wan.

Me jî tekez li ser cîhbicîh kirina pêşniyar û daxwazên wezîrê pêşmerge û çareser kirina tevahiya kemaniyan û dabîn kirina pêdiviyên pêşmerge bi liber çav girtina rêkarên pêwîst ji aliyê wezareta pêşmerge ve bi hemahengiya li gel hêzên federalî û hêzên hevpeymaniya navnetewî bo kêm kirin û sînordar kirina derfetên geşe kirina DIŞIê li wan deveran kir ku, netenê bûne metirsî bo ser herêmê û Îraqê belku bûne çavkaniya metirsiyên dever û cîhanê jî.

Rojeva duyem ya civînê jî pêk hatibû ji pêşniyara damezrandina her sê yekemên ser asta kolêj û beşên zanîngeh û peymangehan ji derçûyên sala xwendinê ya 2016 û 2017an li ser mîlakên wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî ku ji aliyê wezîrê xwendina bilind ve hatibû pêşkêşkirin û biryar hate dayîn ev Xwendekarên han di destpêka sala nû de werin damezrandin.

Pişt re wezîra karûbarên civakî raportek derbarê hêza kar ya biyanî di nava herêma Kurdistanê de û cîgirê kirina hêza kar ya Kurdistanî di şûna hêzên han de bi mebesta pere pêdana navendên wezaretê yên di warê perwerdehiya pîşeyî û hewlên wezaretê yên di warê amadekirina bernivîsa dawî ya proje qanûna nû ya kar û proje qanûna nû ya teqawîdiyê û bîmeya civakî û rewşa girtîgehan li herêma Kurdistanê de raportek pêşkêş kir.

Me jî tekez li ser girîngiya afirandina derfetên kar kir li kerta taybet û dabîn kirin û rêkxistina kirina tevahiya mafên destûrî yên taybet bi karker û karmendên kerta taybet bi awayek ku mafê teqawîdî û bîmeya wan parastî be, weke çawe di nava karnameya hikûmetê de behs jê hatiye kirin, bo vê yekê jî biryar hate dayîn bo pîwerdar kirina komîteyeke taybet ji wezaretên têkildar bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr bo wenêrîn kirin û lêkolîn kirinê li ser vê mijarê û cîhbicîh kirina zagonên berkar yên di vê warî de.

Herwiha tekez hate kirin ku lazime di warê amadekirina bernivîsa zagona nû ya kar û teqawîdî û bîmeyê de lez were kirin û heta niha gelek gavên baş jî di vê warî de hatine avêtin, bêgoman lazime ev yek bi awayek be ku, tevahiya mafên karkeran têde parastî bin û hana wan bide bo dilxwaz bûn bo kar kirinê di kerta taybet de û afirandina derfetên kar yên zêdetir û rêkxistina hêza kar ya biyanî ya li Kurdistanê di çarçoveya zagonên nû de.

Di dawiya civînê de wezîra çandinî û çavkaniyên avê jî pêşniyarek derbarê dirêj kirina dema diyar kirî bo prosesa qerebû kirina wan Cotkarên ku xwedan girêbestên çandiniyê ne an jî xwedan biryara dabeş kirina erdê ne ku ketine nava sînorên bajardariyan ve. Rixmî tekez kirina me li ser qerebû kirina welatiyan, pêşniyara wezaretê jî hate pejrandin bo pêdana derfeteke din bo dema 3 mehan bo berdewam bûna prosesa qerebû kirina wan kesan ku xwedan mafên.

N: E. G