6 aliyên Îraqî encamên hilbijartinan red dikin

dibêjin encamên hilbijartinan red dikin.

Ev aliyên han aliyên şîene ku di hilbijartinan de rastî şikestê hatibûn.

Duhê komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Îraqê piştî meheke û çend rojan encamên hilbijartinan ragihand.

Komîsyonê diyar kiriye ku encamên han piştî wenêrîn kirin bo dozên ku dijî encaman hatine tomarkirin, hatine ragihandin.

Rixmî ku deng li ser daxwaza aliyan bidest hatibûn hijmartin, lê dîsa 6 aliyên siyasî yên şîe yên ku nêzî Îranê ne, ragihandine ku ev bi ti awayî ev encamên han jî qebûl nakin.

Weke tê zanîn di roja 12ê Cotmehê de xwepîşandanên ev aliyên han li Bexdayê destpê kiribûn û heta duhê berdewam bûn. Niha tê payîn ku ev aliyên han dîsa dest bi xwepîşandanan bikin.

N: E. G