Pêşmergeyeke birîndar şehîd bû

duhê li Kifrî birîndar bibû.

Duhê bi şev hatibû birîndarkirin.

Piştî ku duhê di encama êrîşa terorîstên DIŞIê de li nêzî bendava Babe Şasiwar ya li Kifrî, pêşmergeyek birîndar bibû, îro sêşem li nexweşxaneyê rixmî hewldanên nûjdaran, şehîd bû.

Pêşmergeyê şehîd navê xwe Yehya Adil Ferece, ji dayikbûyî sala 1989an û şêniyên qezaya Daqoq ya ser bi Xormatûyê ye.

Weke tê zanîn di nava hefteyekê de ev cara sêyeme ku terorîstên DIŞIê li deverê de êrîşî ser hêzên pêşmerge dikin û di encama wan êrîşan de bi giştî 7 pêşmerge şehîd bûne.

N: E. G