Nunerê Putîn serdana Kurdistanê dike

li gel rayedarên Kurdistanê behsa çend mijaran dike.

Sibê çarşem li Hewlêrê li gel rayedarên Kurdistanê dicive.

Biryare sibê çarşem nunerê Serokê Rûsyeyê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Michael Bogdanov serdana Kurdistanê bike.

Li gor zaniyariyên berdest, nunerê Serokê Rûsyeyê Michael Bogdanov di serdana xwe de li gel rayedarên Kurdistanê dicive û behsa çend mijaran weke têkiliyên navbera Kurdistan û Rûsye û rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike.

Herwiha kar û çalakiyên kompaniya Rossneft jî yên li Kurdistanê werin nirxandin.

N: E. G