Pêmerge êrîşeke din ya DIŞIê têk bir

êrîş hatiye têkbirin û terorîst jî ji deverê reviyane.
کوردستان TV
100%

Şeva din li Kifirî êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine.

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê dîsa li devera Kifirî ya li Gerimiyanê êrîşî ser çeperên hêzên pêşmerge kirine.

Hêzên pêşmerge jî demûdest bersifa êrîşê dane û terorîstên DIŞIê ji deverê reviyane û niha rewşa deverê aram û di bin kontrola hêzên pêşmerge deye.

Weke tê zanîn duhê li heman deverê terorîstên DIŞIê êrîş kiribûn û di encama êrîşê de 5 pêşmerge şehîd bibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.