Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin stema ser jinan kêm bikin

dibêje em dixwazin yeksaniya zayindî di nava civakê de hebe.

Di konferansa yeksaniya zayindî de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê konferansek bi navê konferansa yeksaniya hêza zayindî hate organîzekirin.

Di konferansa han de ku hijmarek siyasetmedar, çalakvan, konsulus û nunerên welatên biyanî jî têde beşdar bûn, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya rola jinan di nava civakê de.

Serokê herêma Kurdistanê ragihand ku tevahiya hewlên xwe bo afirandina derfetên goncaw bo jinan bitevger dikin û nabe ti zayindek zayenda din bixe aliyekê û lazime rêz û nirxên hevbeş yên di navbera her du zayinda de me kom bikin.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha eşkere kirk u nabe bi ti awayî derfetên bikar anîna karînan  yên jinan werin astengkirin û em dixwazin stema ku li jinan di her warî de tê kirin kêm bikin.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku konferansa han pêngaveke gelek girînge bo rûbirû bûna tundûtîjiya dijî jinan û lazime rojbiroj hevkariya navbera zanîngeh, navendên akademîk û tevahiya dezgehên din yên bo nehêştina tundiya dijî jinan û bihêztir kirina pêgeh û rola jinan zêdetir bibe.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku dixwazin jin jî weke zilaman xwedan azadî be û got: Armanca me yeksaniya zayindiye di nava civakê de û weke hev ji derfetan sûdê wer bigirin.

Serokê herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, azad kirina jinan û azadiya jinan armanceke sereke ya wane û em dixwazin xizmeteke bingehîn bi pirsa jinan û mafên jinan bikin.

N: E. G