Balyozê Îtaliya: Gelê Îtalî dostê nêzî gelê Kurde

Serok Barzanî piştîvaniya pêşde birina têkiliyan li gel Îtaliyayê dike.

Serok Barzanî li gel balyozê Îtaliyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Îtaliyayê yê li Îraqê Bruno Antonio kir.

Di civînê de balyozê Îtaliyayê Bruno Antonio ragihand ku armanc ji serdana han xatir xwestine ji rayedarên Kurdistanê jiber ku dema pîwerdariya wî weke balyozê Îtaliyayê yê li Îraqê bi dawî hatiye.

Bruno Antonio di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, Îtaliya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistan û hêzên pêşmerge û rêzdariya xwe ya li hember rola Serok Barzanî û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de diyar kir.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, gelê Îtaliyayê dostê herî nêz yê gelê Kurdistanê ye û rola Kurdistanê jî bo dabîn kirina aramiyê li Îraq û deverê de bilind nirxand.

Serok Barzanî jî spasiya gel û hikûmeta Îtaliyayê kir ku piştîvaniya gelê Kurdistan û hêzên pêşmerge kirine û pêşwaziya pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê kir.

Rewşa siyasiya Îraqê piştî hilbijartinan û encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê mijarên din  yên civînê bûn û derbarê gef û metirsiyên terorê de jî her du alî li ser vê yekê ku hîn jî terorîstên DIŞIê metirsiyeke mezin û rastînin bo ser ewlekariya deverê hemfikirbûn.

N: E. G