Rewşa Îsfehanê aloz bû pevçûn berdewamin

derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Şêniyên bajêr 2 hefteye xwepîşandanê dikin.

Beriya du hefteyan ji ber kemiya avê şêniyên bajarê Îsfehan û derdorê dest bi xwepîşandanan kirine û xwepîşandan hîn jî berdewamin.

Di vê çarçoveyê de li gor çapemeniya Îraqê, duhê di navbera şêniyên Îsfehanê bi taybetî Cotkarên peravên Zayende Rûd( rûbareke li Îsfehanê) û hêzên ewlekarî de pevçûn qewmiye û hêzên ewlekarî yên Îranê jî gule li ser Xwepîşanderan reşandine.

Heta niha derbarê kuştî û birîndaran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îranê jî dibêjin kesên ku xwepîşandan kirine ne xelkê Îsfehanê ne û ne jî Cotkarin belku hin kesin ku dixwazin rewşa Îraqê têk bibin.

N: E. G