31 endamên artêş û hêzên ewlekarî hatin girtin

operasiyon hîn jî didomin.

Bi hinceta endam bûn di cemaeta gulen de hatine girtin.

Operasiyonên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî endam û alîgirên cemaeta gulen berdewamin û di vê çarçoveyê de duhê li Istenbûl, Enqere, Îzmîr û çend bajarên din yên Tirkiyeyê operasiyonên hevdem hatin lidarxistin û di encama wan operasiyonan de herî kêm 31 endamên hêzên leşkerî û ewlekarî yên Tirkiyeyê bi hinceta endam bûn di cemaeta gulen de hatin girtin.

ji aliyeke din ve hate zanîn ku her duhê biryara girtinê bo zêdetir ji 200 efeser û rayedarên artêşa Tirkiyeyê hatiye dayîn û bo girtina wan jî operasiyon didomin.

N: E. G