Îran: 9 leşkerên me hatine kuştin

dibêje me derbarê pevçûnan de zaniyarî nedane çapemeniyê.

 

Dibêje di çapemeniyê de me behsa wan pevçûnan nekiriye.

Fermandarekî hêzên deryayî yên Îranê bi navê Elî Reza Tengsîrî diyar kiriye ku li kendavê gelek caran pevçûn û alozî di navbera hêzên Îran û Amerîkayê de derketine lê çapemenî haya xwe ji wan pevçûnan nebûye û qala wan nekiriye û me jî zaniyarî di vê derbarê de nedane çapemeniyê.

Ev Fermandarê Îranî diyar kiriye ku di nava wan pevçûn û aloziyan de bi giştî 9 leşkerên Îranî hatine kuştin.

Nav hatî balkêşande ser vê yekê ku serdestiya Îranê li avên kendavê li dijî Amerîkayê hatiye îsbatkirin û Amerîka jî baş dizane ku hêzên deryayî yên Îranê xwedan karînên curbicurin.

N: E. G