Artêşa Îraqê huşdarî dide

dibêje DIŞI dixwaze hin deveran dagîr bike.

DIŞI xwe bihêztir kiriye û dixwaze êrîşên mezintir pêk bîne.

Piştî êrîşên çend rojên derbasbûyî yên li çend gundên suneyan li hin deverên Îraqê yên ku ji aliyê DIŞIê ve pêk hatibûn, Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya fermandariya operaisyonên hevbeş yên artêşa Îraqê de hatiye diyarkirin ku DIŞI xwe amade kiriye û dixwaze êrîşên berfiretir pêk bîne û çend deverên Îraqê dagîr bike.

Piştî daxuyaniya han, tevahiya hêzên leşkerî yên Îraqî li Kerkûk û hin deverên din yên Îraqê ketin amadebaşiyê de.

Weke tê zanîn di du rojên derbabûyî de di encama êrîşên DIŞIê li hin gundên suneyan herî kêm 25 kes hatibûn kuştin.

N: E. G