Îbrahîm Reîsî: Îran di bin êrîşên dijwar deye

beriya sê rojan tevahiya benzînxaneyên Îranê jikar ketibûn.

Dibêje lazime tedbîrên hewce werin stendin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihand ku Îran di bin metirsiya êrîşên dijwar yên dîcîtalî deye.

Reîsî herwiha daxwaz ji aliyên têkildar yên Îranî kiriye daku bo rûbirû bûna êrîşên han û pûç kirina wan êrîşan pêngavên hewce bavêjin.

Ev daxuyaniya Reîsî piştî vê yekê tê ku beriya du rojan êrîşeke dîcîtalî li ser benzînxaneyên Îranê pêk hatibû û di encama êrîşê de tevahiya benzînxaneyên Îranê jikar ketibûn.

N: E. G