Kongrês: Tirkiye bûye gef bo ser Amerîka û hevpeymanan

dibêje Tirkiye bûye metirsiyeke mezin.

Daxwaz ji Biden kiriye balefiran nede Tirkiyeyê.

Di çarçoveya aloziyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de, duhê hijmareke  zêde ji Kongrêsmanên her du baskên Kongrêsê, nameyek dane Serokê Amerîkayê Jeo Biden.

Kongrêsmanên demokrat û komarî, di nameya xwe de diyar kirine ku Tirkiye bûye gefeke mezin li ser Amerîka û hevpeymanan û lazime li hember Tirkiyeyê tedbîr werin stendin.

Di nameya Kongrêsmanan de hatiye gotin ku lazime hikûmeta Amerîkayê bi ti awayî balefirên şer  yên F16 nefiroşe Tirkiyeyê û keresteyên nûjen kirina F16an jî nede Tirkiyeyê.

Herwiha Kongrêsman tekez li ser vê yekê kirine ku eger hikûmet amadebe balefiran bide Tirkiyeyê lê kongrês vê yekê qebûl nake û red dike.

N: E.G