Li Diyalayê 7 kesên din hatin kuştin

rewşa deverê gelek aloz bûye.

Çend tirimbîl û bax jî hatine şewitandin.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku, îro danê sibê, hijmarek çekdarên nenas êrîşî ser gundê Nehrul Îmam ya li nêzî gundê Reşad ya li devera Şarebanê kirine.

Di encama êrîşa han de herî kêm 7 kes hatine kuştin û çekdarên nenas jî ji bilî kuştina wan 7 kesan, hevdem hijmareke xanî û baxên deverê jî şewitandine.

Weke tê zanîn şeva derbasbûyî jî li devera Şarebanê terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundek kiribûn û di encama êrîşa han de herî kêm 12 kes hatibûn kuştin û 15 kes jî birîndar bibûn.

N: E. G