Hijmara kuştiyên êrîşa DIŞIê zêde bûne

DIŞIê êrîşî ser şêniyên gundê kiriye.


Duhê bi şev êrîş li devera Mêqdadiye pêk hatiye.
Hate zanîn ku duhê bişev dema kesûkarên wan kesên ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn revandin, dixwestin pereyên ku DIŞI li hember azadkirina wan xwestibû, bo DIŞIê bibin, terorîstên DIŞIê li nêzî bajarokê Mêqdadiye ya ser bi Diyalayê, êrîşî xelkê kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 12 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne. Hate zanîn ku piraniya kuştî û birîndaran ji eşîra Benî Temîmin.
N: E. G