Lîwaya 20an ya pêşmerge diçe deverên Kurdistanî

li Kerkûk, mûsil û deverên din tê bicîhkirin.

Vê li gel lîwayeke artêşa Îraqê bihevre ewlekariya wan deveran biparêzin.

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê dagirtina valatiya ewlekarî ya li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê de, vê lîwaya 20an ya wezareta pêşmerge biçe, Kerkûk, Mûsil û deverên din.

Di daxuyaniya wezareta pêşmerge de hatiye diyarkirin ku vê lîwaya 20an li gel lîwayeke din ya artêşa Îraqê bi hevbeşî li wan deveran de bixebitin û ewlekariya wan deveran biparêzin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî qebûl kiriye ku lîwaya 20an ya wezareta pêşmerge bo ser wezareta berevanî ya Îraqê were veguhastin û ev lîwaya han bo dagirtin welatiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê de were şandin.

N: E. G