Kanada û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.

Serokê herêmê li gel balyozê Kanadayê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê Ulric Shannon kir ku, bo xatir xwestinê hatiye Kurdistanê.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Ulric Shannon yên bo pêşde birina têkiliyên navbera Îraq û Kurdistanê li gel Kanadayê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest. Ulric Shannon jî diyar kir ku, Kanada bi girîngî ve li têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dimêzîne û dixwaze têkiliyên han di her warî de pêşde bibe.

Rewşa siyasî û hilbijartinên Îraqê, beşdariya çavdêrên Kanadî di hilbijartinên Îraqê de, nêrîna aliyên Kurdistanê bo rewşa piştî hilbijartinan û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê, mijarên azadiyan bi taybetî azadiya ragihandinê li Kurdistanê de çend mijarên din yên civîna han bûn.

N: E. G