Li Sûriyeyê dijî Erdogan xwepîşandan hate kirin

dibêjin em dijî bikujên zarokên xwe rawestin.

Duhê li çend bajarên Sûriyeyê dijî gefên Erdogan xwepîşandan hebûn.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan dema vegera xwe ji Efrîqayê gotibû eger rejîma Beşar Esed êrîşî ser Îdlibê bike, vê Tirkiye bi tevahiya hêz û çekên xwe yên giran ve bersifa rejîma Esed bide, şêniyên Sûriyeyê dijî Erdogan xwepîşandan kirin.

Di xwepîşandanên Sûriyan de Erdogan bi dagîrker hate bilêvkirin û ragihandin ku Erdogan dixwaza rewşa deverê têk bide, daku bikarêbe navçeyên zêdetir dagîr bike û em li dijî vê yekê ne.

Xwepîşander herwiha dibêjin em li dijî vê yekê ne ku bikujin zarokên me axa me dagîr bikin û emê bi tevahiya hêza xwe ve li hember dagîrker û bikujinê zarokên xwe, rawestin.

Weke tê zanîn ev demêke ku Serokkomarê Tirkiyeyê gefa vê yekê dixwe ku vê operasiyonên din li Sûriyeyê bike.

N: E. G