Kanada têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike

behsa hevkarî kirina hêzên pêşmerge jî kirin.

Serokwezîr li gel balyozê Kanadayê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 24ê Cotmeha 2021an me pêşwaziya balyozê Kanadayê yê li Îraqê Ulric Shannon kir ku jiber bidawî hatina dema pîwerdariya xwe ya li Îraqê ev serdana han pêk anî bû.

Jiber hewldanên wî yên bo pere pêdana têkiliyên navbera Kanada, Kurdistan û Îraqa federal me spasiya balyozê Kanadayê kir û di pîwerdariya wî ya nû de jî jê re hêviya serkeftinê xwest.

Balyozê Kanadayê jî balkêşande ser girîngiya têkiliyên navbera Kanada û Kurdistanê û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyên han di her warî de kir.

Rewşa giştî ya Îraqê ya piştî hilbijartinan, têkiliyên navbera Kurdistan û hikûmeta federalî û piştîvanî kirina hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de çend mijarên din yên civînê bûn.

N: E. G