HSD: 3 şervanên me canê xwe ji dest dan

beriya hefteyekê jî 5 kesên din bi heman jiyana xwe ji dest dabûn.

Tirkiye bi dorneyê êrîşî ser wan kiriye.

Fermandariya giştî ya HSDê ragihand ku duhê dema tîmek ji hêzên HSDê xwestine bo derman kirina birîndarên topbarana Kobanê, biçin Kobanê, rastî êrîşeke balefirên dorne yên Tirkiyeyê hatine.

HSDê diyar kiriye ku di encama êrîşa han de yaku tirimbîla tîma hêzên HSDê kiriye armanc, 3 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

Hefteya derbasbûyî jî Tirkiye li heman deverê êrîşek bi dorne pêk anî bû û di encam de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn.

N: E.G