Xwepîşander ber bi navçeya kesk ve diçin

li bazgeha duyem gelek hêz hatiye komkirin.

Navendeke komîsyonê jî şewitandine.

Xwepîşandinên endam û alîgirên heşda şebî û hin aliyên din yên ku di hilbijartinan de rastî şikestê hatibûn, di roja xwe ya 6an de berdewamin.

Duhê bi şev xwepîşanderên li Bexdayê rixmî şewitandina navendeke komîsyonê, berê xwedan navçeya kesk ya Bexdayê.

Li hember xwepîşanderan, hêzên ewlekarî jî li bazgeha dudiyan ya  navçeya kesk de kom bûne.

Xwepîşander duhê bi şev bi hêsanî ji bazgeha yekem ya navçeya kesk derbasbûn lê tê gotin ku derbas kirina bazgeha dudiyan gelek zehmet dibe jiber ku hêzeke zêde li bazgehê de di amadebaşiyê deye.

Weke tê zanîn endam û alîgirên heşda şebî 7 rojan derfet dabûn komîsyonê daku encamên hilbijartinan hilweşîne û sibê ev dema han jî bi dawî dibe.

Niha li Bexdayê fikar hene ku şerê navxweyî li Îraqê destpê bike jiber ku komên çekdar gef xwaribûn ku eger bi diyalog û xwepîşandan, daxwazên xwe nebin serî, vê rêbazên din bikar bînin.

N: E. G