Serok Barzanî li gel balyozê Swêdê civiya

Serok Barzanî spasiya Swêdê dike.

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê nû yê Swêdê yê li Îraqê Jonas Loven civiya.

Di civînê de balyozê Swêdê spasiya rola hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de kir û rêzdariya xwe jî bo Kurdistanê jiber hevkarî kirina penaber û awareyan diyar kir.

Jonas Loven herwiha behsa rola diyasporaya Kurdî li Swêdê ya bo pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Swêdê kir û hêvî xwest ku têkiliyên han di her warî de werin pêşxistin.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasiya welatê Swêdê kir ku, hertim li cem gelê Kurdistanê de bûye û di rojên dijwar de hevkariya Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî hevdem li gel diyar kirina piştîvaniya xwe bo pere pêdana têkiliyên navbera her du aliyan, hêviya serkeftinê jî bo balyozê nû yê Swêdê yê li Îraqê xwest.

Metirsiya terorê li ser aramiya cîhanî, rûbirû bûna teror û radîkalîzimê mijarên din yên civîna han bûn.

N: E. G