Amerîka: Ti zirarên êrîşê nebûne

duhê bi şev êrîşî ser navenda han hatibû kirin.

Duhê bi şev êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkayê hatibû kirin.

Piştî ku duhê bi şev komên çekdar êrîşî ser navenda leşkerî ya Tenefê ya hêzên Amerîkî li Sûriyeyê kiribûn, wezareta berevanî ya Amerîkayê jî daxuyanî derbarê mijarê de da.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Amerîkayê, ti zirarên êrîşên han nebûne û hêzên Amerîkî selametin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku hîn jî zûye ku Amerîka aliyek weke berpirsiyarê êrîşê tawanbar bike lê lêkolîn li ser mijarê berdewamin.

Navenda leşkerî ya Amerîkayê  ( Tenef) dikeve ser sêgoşeya navbera Sûriye, Îraq û Urdinê.

N: E. G