Rûsya: Dostatiya me bo gelê Kurdistanê berdewam dibe

behsa rewşa deverê jî hatiye kirin.

Şandeke Konsulusxaneya Rûsyeyê serdana navendeke PDKê kir.

Îro li Hewlêrê şandeke Konsulusxaneya Rûsyeyê ya li Hewlêrê serdana navenda têkiliyên derve yên PDKê kir.

Di civînê de şanda Rûsî û PDK, nîqaş li ser rewşa deverê, hilbijartinên Îraqê û têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê kirin.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Rûsye û gelê Kurdistanê de hate kirin û şanda Konsulusxaneya Rûsyeyê jî tekez li ser dom kirina dostatiya dîrokî ya di navbera Rûsye û Kurdistanê de kir.

N: E. G