Mesrûr Barzanî bo xwendekaran: Nîştiman perwer bin

dibêje emê di warê perwerdehî de gavên girîng bavêjin.

Îro xwendekarên serkeftî xelat kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmekê de, xwendekarên serkeftî yên Kurdistanê xelat kir.

Di merasîma xelat kirinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku xwendin û zanist hêzên û hêz didin civakê.

Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya Mamosteyan kir ku, di qonaxên curbicur û dijwar de rê nedane, prosesa perwerdehiyê li Kurdistanê de raweste û got: Nabe bi ti awayî rola Mamosteyên hêja bo pêşde birina prosesa perwerdehiyê li Kurdistanê de ji bîr bikin.

Mesrûr Barzanî herwiha spasiya xwendevanên serkeftî jî kir û destxweşî jî li wan kir û got: Ez ji we daxwaz dikim ku nîştimanperwer, jiyan hez û dostên jîngehê bin û hewl bo serkeftinên zêdetir bidin.

Barzanî herwiha diyar kir ku, zanist û xwendin bingehên serekî yên pêşde birina civakê ne lewre lazime girîngiyeke zêdetir bi prosesa xwendin û perwerdehiyê were dayîn û bo vê yekê jî hikûmeta Kurdistanê bernameyeke baş amade kiriye.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de diyar kir ku, beriya niha jiber qirîza darayî hikûmet nikariye weke pêwîst di warê perwerdehiyê de projeyên xwe cîhbicîh bike, lêbelê ji niha û pêde vê hikûmeta hewlên xwe bo cîhbicîh kirina projeyên han bitevger bike.

N: E. G