Xwepîşandanên Bexdayê didomin

hêzên ewlekarî jî ketine amadebaşiyê.

Deriyên navçeya kesk hatin daxistin.

Rayedarekî polîsê Îraqê li Bexdayê ragihand ku jiber aloziyên heyî û dom kirina xwepîşandanên welatiyan li Bexdayê, îro çarşem tevahiya deriyên navçeya kesk li Bexdayê hatin daxistin.

Ev çend roje alîgirên hin aliyên siyasî yên li Bexdayê li dijî encamên hilbijartinan dest bi xwepîşandanan kirine û hevdem xwepîşandanên welatiyan jî li dijî nebûna xizmetgozariyan dîsa destpê kirine lewre niha rewş li Bexdayê aloze.

ji ber vê yekê niha li Bexdayê hêzên ewlekarî bi temamî ketine amadebaşiyê de.

N: E. G