Amerîka: Hewce bi diyalogê nîne

dibêje bendevariya me heta heta berdewam nabe.

Dibêje ne hewceye bo danûstandinên etomî diyalog were kirin.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Edward Price derbarê diyaloga navbera Îran û welatên Ewrûpayî yên li Nemsayê yên bo dubare destpê kirina danûstandinên ser bernameya etomiya Îranê ragihand ku ti pêdiviyek bi diyaloga han tuneye.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê eşkere kiriye ku Amerîka hertim xwestiye kêşe û aloziyan bi rêyên dîplomatîkî çareser bike, lê bendevariya Amerîkayê jî bo dubare destpê kirina danûstandinên taybet bi bernameya etomiya Îranê heta heta berdewam nabe.

Ev daxuyaniya han di demekê deye ku beriya du rojan Peyvdarê wezareta derve ya Îranê jî diyar kiribû ku Îran û welatê Ewrûpî li ser dubare destpê kirina danûstandinan, lihev kirine ku di rojên pêşiya me de dest bi diyalogê bikin.

N: E. G