Şanda pdk li gel çend aliyên din dicive

duhê jî şanda PDK li Silêmanî bû.

Duhê jî li Silêmanî serdana çend aliyan kiribû.

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro şanda partiya demokrata Kurdistanê li Hewlêrê serdana bizava yekgitî ya îslamiya Kurdistanê û partiya sosiyalîst dike.

Şanda PDKê bi Serokatiya Sekreterê giştî yê mekteb siyasiya PDK Fazil Mîranî, kêliyek beriya niha çû cem bizava yekgirtî ya îslamiya Kurdistanê.

Biryare piştî bi dawî hatina civîn û hevdîtinan, şanda PDK serdana partiya sosiyalîst jî bike.

Weke tê zanîn duhê jî şanda PDK li Silêmanî serdana çend  part û aliyên siyasî kiribû.

Şanda pdk di civîn û serdanan de behsa rewşa Kurdistanê, Îraq û rewşa deverê bi giştî û helwestên aliyên Kurdî li hember Îraqê ya piştî hilbijartinan tê kirin.

N: E. G