Rûsye: Aloziyên me li gel Amerîkayê zêdetir dibin

dibêje Amerîkî di diyalogê de necidîne.

Dibêje ti encameke civîn û hevdîtinan nebûye.

Qirîza dîplomatîkî ya di navbera Rûsye û Amerîkayê de berdewame û di vê çarçoveyê de Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê daxuyanî da.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Ryabkov ragihand ku civîn û hevdîtinên navbera Amerîka û Rûsyeyê yên ku li Moskov bo çareser kirina qirîza dîplomatîkî hatibûn lidarxistin ti encameke wan tuneye.

Ryabkov herwiha ragihandiye ku eger qirîza heyî bi vê rengî berdewam bike vê aloziyên navbera Amerîka û Rûsyeyê kûrtir bibin û çareser kirina wan jî zehmet bibe.

Nav hatî diyar kiriye ku Rûsye di diyalogê de gelek cidiye lê Amerîkî ne cidîne û guhê nadin gotin û daxwazên Rûsyeyê.

N: E. G