Davudoglû: Erdogan wenda kir

Putin ji Erdogan re gotiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekêşin.

Dibêje kêşeyên li Sûriyeyê nîşaneya wenda kirina Erdogan e.

Serokê gelekcek Partî Ehmed Davudoglû di dema gotarekê de derbarê daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan yên derbarê Sûriye û rojavayê Kurdistanê de axevî.

Dauvdoglû ragihand ku eger li Sûriyeyê kêşe  heye û Erdogan dibêje emê bi serê xwe operasiyonan bikin, nîşaneya vê yekê ye ku li Soçî Erdogan li hember Serokê Rûsyeyê wenda kiriye lewma gefan dike.

Weke tê zanîn beriya niha jî hin jêderên çapemeniyê belav kiribûn ku, Putin li Soçî ji Erdogan re gotiye ku lazime bilez ji Sûriyeyê hêzên xwe vekêşe.

Ji aliyeke din ve beriya du rojan Erdogan dîsa gef kiribû ku êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike.

N: E. G