Mesrûr Barzanî û Kazimî behsa rewşa Kerkûkê kirin

kazimî biryar da daku tevahiya girtiyan azad bike.

Bi telefûnê bi hevre giftûgo kirin.

Îro sêşem 13ê Cotmeha 2021an her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqa fedral Mistefa Kazimî derbarê rewşa Kerkûkê de peywendiyeke telefûnî bihev re kirin.

Di peywendiya han ya telefûnî de giftûgo derbarê rewşa Kerkûkê de hate kirin ku piştî serkeftina prosesa hilbijartinan, ji aliyê hinek kesan ve hewl bo çê kirina aloziyan hatiye dayîn û xwestine serkeftina prosesa hilbijartinan têk bibin.

Mesrûr Barzanî û Kazimî li ser vê yekê ku nabe rê bi ti kes û aliyek were dayîn ku aloziyan çê bike û zirar bide milk û malên welatiyan û giştî, were dayîn.

Her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime bilez dawî bi aloziya han û rewşa nexwestî ya ewlekarî yaku li Kerkûkê hatiye sepandin were anîn.

Herwiha Kazimî biryar daye daku tevahiya endam û alîgirên PDKê yên ku li Kerkûkê hatine girtin azad bike.

N: E. G