Îran şerê mayîna xwe dike

aliyên ser bi Îranê dengên xwe gelek kêm kirine.

Li Îraqê alîgirên Îranê rastî şikesteke mezin hatin.

Li gor çapemeniya cîhanî, Îran li hêviya vê yekê bû ku di hilbijartinên vê carê yên Îraqê de, part û aliyên siyasî yên ser bi Îranê, li Îraqê de gelek dengan bidest bixin, lê welatiyên Îraqî hesabê Îranê pûç kirin.

Di raportan de hatiye diyarkirin ku tevahiya part û aliyên siyasî yên Îraqî yên ser bi Îranê ve, di dengdanê de gelek dengên xwe ji dest dane û rastî şikesteke mezin hatine.

Her çend welatiyên Îraqî hejmûna Îranê red dikin, lê Îran hîn jî berdewame li ser vê yekê ku hejmûna xwe li Îraqê biparêze û zêdetir bike û niha piştî encamên hilbijartinan, Îran dest bi şerê mayîna hejmûna xwe ya li Îraqê kiriye.

N: E.G