Îran radareke nû cerbandiye

dibêje cerbandina wan çekan serkeftî bûye.

Di tetbîqateke leşkerî de hatiye cerbandin.

Artêşa Îranê ragihand ku di çarçoveya tetbîqata leşkerî ya hêzên asmanî yên ser bi spaha pasdaran ya Îranê çekên nû û sîstema radara nû hatine cerbandin.

Li gor çapemeniya Îranê di tetbîqatê de pedafendên nû yên bi navê Cewşen û Tevhîd bi serkeftî hatine cerbandin.

Herwiha di heman tetbîqatê de sîstemeke radar ya nû ya bi navê Qudis ku ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin hatiye cerbandin.

N: E. G