Putin gef li Erdogan kiriye û Erdogan jî gef li Kurd dike

dibêje emê êrîşî ser Rojavayê bikin.

Dibêje emê êrîşî ser Rojavayê bikin.

Li gor jêderên ji Kremlînê, di civîna Soçî ya di navbera Erdogan û Putin de, Putin ji Erdogan re gotiye ku dem hatiye û lazime bilez, Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekêşe.

Jêderên nêzî Kremîlên herwiha diyar kirine ku Putin gotiye eger Tirkiye bilez hêzên xwe nevekêşe, vê hêzên Tirkî bibin armanca êrîşên Rûsye û Sûriyeyê.

Li hember gefên Putin li Erdogan, Erdogan jî duhê bo veşartina tengaviya xwe ya li Sûriyeyê bi taybetî li Îdlibê, Rojavayê Kurdistanê dîsa kire rojev û gef li Kurdan xwar.

Erdogan gotiye ku emê berdewam bin li ser êrîşên xwe yên li dijî hêzên Kurdî li Bakûr û Rojhilatê çemê Firatê.

Ev gotinên Erdogan piştî vê hatin ku duhê li Ezazê çend endamên hêzên taybet  yên Tirkiyeyê di êrîşekê de hatibûn kuştin.

N: E. G