Îran: Piştîvaniya me bo Libnanê berdewam dibe

dibêje em berdewam dibin li ser piştîvaniyên xwe yên bo Libnanê.

Dibêje li hember Îsraîlê emê piştîvaniya berxwedana Libnanê bikin.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan duhê bişev di hevpeyvînekê de li gel çapemeniya Libnanê ragihand ku beriya niha Îran piştîvaniya Libnanê û eniya berxwedana Libnanê kiriye û vê ji niha û pêde jî ev piştîvaniyên Îranê berdewam bin.

Emîr Ebdulahiyan diyar kiriye ku Îran rêz ji serwerî û serbixweyiya Libnanê digire û tevahiya hewlên xwe bo parastina serwerî û serbixweyiya Libnanê bitevger dike.

Nav hatî eşkere kiriye ku li hember her cure êrîşeke Îsraîlê li dijî Libnanê vê Îran bi hêza xwe ve piştîvanî ji Libnanê bike.

N: E. G