Tirkiye û Azerbaycan rêya Îranê daxistin

rê nadin Îranê daku berhemên xwe bişîne Rûsyeyê.

Rêya bazirganî ya bejahî ya Îranê hate daxistin.

Di çarçoveya berdewamiya aloziyên nabvera Îran û Azerbaycanê de, Azerbaycan bi hevbeşî li gel Tirkiyeyê, rêya bazirganiya bejahî ya Îranê daxistin.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê komîteya hevbeş ya bazirganî ya Îran û Azerbaycanê, Rehîm Wehabzade ragihand ku ji roja înê ve, (duhê) Azerbaycan, jiber qirîza siyasî ya navbera Îran û Azerbaycanê de rêyên hatûçûya kamiyonên Îranî bo Rûsyeyê daxistiye û rê nade ti kamiyoneke Îranî bi rêya Azerbaycanê re hatûçûya Rûsyeyê bike.

Rehîm Wehabzade herwiha diyar kiriye ku Tirkiye jî rêyên xwe yên bejahî li berdem hatûçûya bazirganî ya Îran û Rûsyeyê daxistiye û rê nade kamiyonên Îranî ji ser axa Tirkiyeyê re derbasî Rûsyeyê bibin.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji 30 sale nakokî di navbera Îran û Azerbaycanê de hene, lê di wan mehên dawî de aloziyên han gelek kûr bûne û Azerbaycan nivîsîgeha Rêberê şoreşa Îranê li Bakûyê daxist û gef li Îranê jî dike.

N: E. G