Li Babê êrîşî ser hêzên Tirkî hate kirin

çend tankên Tirkiyeyê jî hatine jinavbirin.

Kuştî û birîndar hene.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Tirkiyeyê îro danê sibê li nêzî bajarê Babê ya li Bakûrê Sûriyeyê êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê hatiye kirin.

Di encama êrîşa han de kuştî û birîndar hene.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê behsa kuştina leşkerekî Tirk dike, lê jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku hijmara kuştiyan zêdetire, çend leşker jî birîndarin û çend tankên artêşa Tirkiyeyê jî hatine jinavbirin.

Heta niha ti aliyek berpirsiyartiya êrîşî li xwe negirtiye.

N: E. G